Adar 17, 2025 17:12 Asia/Tehran
  • Sedr: Bila welatên ereb û îslamî ji bo rawestandina êrişên ser Yemenê bikevin tevgerê

Serokê Tevgera Sedr banga zexta ji aliyê hikimdarên welatên erebî û îslamî ji bo rawestandina destdirêjiya siyonîst-amerîkî li dijî welatên navçê ji wan Yemenê kir.

Muqteda Sedr, Serokê Tevgera Sedr ya Iraqê vê sibê  bi daxuyaniyekê tekez kir: Em zarokên Benî Haşim in û ji mirinê natirsin. Şer û têkoşîn ji bo me ye. Em ji bo ol û welat amade ne ku fedakariyê bikin.

Wî her wiha got: Em ew kes in ku li himberî dagirker  û terorîstan rawestan. Aloziyên  eşîretî li herêmê bi taybetî li Sûriye, Lubnan û Iraqê meriv aciz dikin.

Sedr tekez kir: Dijminê siyonîst ê amrîkî hewl dide dijî gelên navçê bi taybetî Filistîn, Lubnan û piştre Yemenê agirê şer gur bike.

Serokê Tevgera Sedr a Iraqê ji kesayetiyên navdar û desthilatdarên welatên erebî xwest ku ji bo rawestandina vê destdirêjiya siyonîst-amerîkî li dijî Yemen, Lubnan û Filistînê û destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê bikevin tevgerê.

Serepeyv