Sibat 22, 2025 15:10 Asia/Tehran
  • Sefera Wezîrê Navxwe yê Îranê bo Iraqê

Îskender Mominî Wezîrê Navxwe yê Îranê ser vexwandina hevtayê xwe yê iraqî gihişte Bexdaya paytexta vî welatî.

Îskender Mominî, Wezîrê Navxwe yê Iraqê îro Şemiyê li ser vexwandina fermî ya hevtayê xwe yê Iraqê Ebdulemîr Kamil El-Şemerî ji bo sefereke 2 rojî giheşte wî welatî û ji aliyê General Ziyad Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Iraqê û Mihemed Kazim Alê-Sadiq Balyozê  Îranê ve hat pêşewazî kirin.

 Ev sefer bona gotûbêja derbarê   têkilî û peywendiyêîn dualî, mijarên  navçeyî, rawestana  li ber terorîzmê, rawestana li ber qaçaxa  çekan û madên narkotîk , hevkariya derbarê mijarên têkildraî sînoran û her wiha hewahengiyên seretayî yên merasima Erbeînê pêk tê.

Wezîrê Navxwe yê Îranê di sefera Iraqê li firokexaneya Bexdayê li cihê   şehîdbûna serdar Silêymanî û Ebû Mehdî El-Muhendis amade bû û rêz li şehîd Hac Qasim Silêymanî, Ebû Mehdî El Muhendis û hevrêyên wan girt. 

 

Serepeyv