Çile 23, 2025 18:12 Asia/Tehran
  • Iraqê êrişa dagirkirên Siyonîst ser Cinînê şermezar kir

Wezareta karên derve ya Iraqê bi şermezarkirina êrişên hovane yên artêşa Siyonîst ser bajar û kempa Cinînê li Perrava rojava pêgîrî kir ku ev liv û tevgerên Rejîma Siyonîst binpêkirina aşkera ya qanûnên navnetewî ne û divê civaka cîhanî berpirsyariya xwe ya sekinîna hember wê bigirin ustiyê xwe.

Di dewama bertekên welatên Ereb li hember êrişên Rejîma Siyonîst ser bajar û kempa Cinînê li bakûrê Perrava rojava piştî pêkhatina agirbesê li Zîvala Xezzê, wezareta karên derve ya Iraqê jî bi weşandina daxûyaniyekî ragihand ku em êrişên nika yên Rejîma Siyonîst ser Cinînê li bakûrê Perrava rojava bi hevokên herî giran şermezar dikin. Wezareta karên derve ya Iraqê herwiha ragihand: Ev liv û tevgerên Rejîma Siyonîst li Cinînê, binpêkirina aşkera ya hemû qanûnên navnetewî yên mirovdostane ye.

Vê wezaretxaneyê pêgîrî kir: Em ji civaka navnetewî dixwazin berpirsyariyên xwe ji bo sekinandina van êrişên siyonîstan û piştgîriya ji xelkê Filistînê bide ustiyê xwe. Berî nika jî Erebistanê êrişên artêşa dagirkir ser Cinînê şermezar kiribû.

Serepeyv