Îranê hişyarî da: Hûn bixêr hatin bêseruberîya nû ya cîhanî
Desteya Îranê ya beşdarê civîna Konseya Hikimdarên Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê derbara asayîkirina destdirêjîya Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst ser binkeyên navokî hişyarî da u ragihand: Îro Îran armanc e, sibêe diqewime welatekî din be, baldar u amade bin. Hûn bixêr hatin bêseruberîya nû ya cîhanî .
Desteya Komara Islamî ya Îranê di daxûyanekê da têkildarî destûrkara ``ewlehîya navokî u tîrêjan`` di civîna demsalê ya Hikimdarên Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê da li Vîyenê, amajeyî destdirêjîyên Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst ser binkeyên navokî yên Îranê kir u ragihand: Wan bi hev ra Menşûra NY, rêziknama Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê û qirarên bingehîn ên ewlehîya navokî dan ber bombeyan.
Di vê daxûyanîyê da, dilnigeranbûna beşdarên Konfiransa Giştî ya Ajansê di biryarnama 444ê derbara dûhatên êişa ser binkeyên navokî hatîye bibîrxistin u wiha hatîye: Ev yeka nîşan dide ku destdirêjîyên hevpar ên Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst ser binkeyên navokî yên biaştî u di bin kontrol u çavdêrîya Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê da heta çi radeyekê neberpirsane bûne û asayîkirina êrişên neqanûnî yên bi vî rengî, yê dûhata herîkêm a xirab a wan destdirêjîyana be. Îro Îran armanc e, sibêe diqewime welatekî din be, baldar u amade bin. Hûn bixêr hatin bêseruberîya nû ya cîhanî .