Dozvekirina 26 firansîyan dijî Rejîma Sîyonîst bi tawana cinayeta cengê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360196-dozvekirina_26_firansîyan_dijî_rejîma_sîyonîst_bi_tawana_cinayeta_cengê
26 welatîyên firansî yên beşdarî Karwanên Alîkarîyên Merivdostane yên bo Xezzeyê da beşdar bûn, piştî ku hêzên Rejîma Sîyonîst ew keştî sekinandin, têkildarî işkencekirin, cinayeta cengê, desteserkirina bêheger û serederîyên nemirovane doz vekirin.
(last modified 2026-09-08T14:13:12+00:00 )
Îlon 08, 2026 17:42 Asia/Tehran
  • Dozvekirina 26 firansîyan dijî Rejîma Sîyonîst bi tawana cinayeta cengê

26 welatîyên firansî yên beşdarî Karwanên Alîkarîyên Merivdostane yên bo Xezzeyê da beşdar bûn, piştî ku hêzên Rejîma Sîyonîst ew keştî sekinandin, têkildarî işkencekirin, cinayeta cengê, desteserkirina bêheger û serederîyên nemirovane doz vekirin.

Wan 26 welatîyên firansî ew doza raberî Dozgerîya Netewî ya Dijeterorîsmê ya Fransayê kirin . Li gorî gotina parêzerên wan welatîyên firansî, kesên dozvekirî endamê kempêynekê ne ku xwe kempêyna aştîyane u merivdostane ji bo gîhandina alîkarîyan bo gelê Xezzeyê dide nasandin. Ew 26 welatîyên firansî beşdarê 3 karwanên alîkarîyê yên di Cotmeha 2025ê, Nîsana 2026ê u Gulana 2026ê da bûne u li deryayên navdewletî j ihêla Rejîma Sîyonîst va hatin sekinandin. 

Wan 26 welatîyên firansî herwiha basa vê yekê kirine ku hêzên sîyonîst serederîyeke tund kirine ji wan li wan xistine u şoker dijî wan bi kar anîne. 

Kesên giî u doz raber kirine herwiah gotine ku leşkerên sîyonîst hin kes neçar kirine xwe tazî bikin, bêrêzî li merivan kirine, bi awayekî demdirêj ser çoka ser xîz u keviran rûnên, ew bi qawûşên kelî girêdane, ew neçar kirine ku mukurhatinnê sexte wajo bikin.