Rawêjkarîya balyozê Îranê yê Bexdayê digel Serokomarê Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i353004-rawêjkarîya_balyozê_Îranê_yê_bexdayê_digel_serokomarê_iraqê
Serokomarê Iraqê di hevdîtina tev balyozê Îranê yê Bexdayê da pêgirî ser girîngatîya peywendîyên dualî kir.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 19, 2025 10:56 Asia/Tehran
  • Rawêjkarîya balyozê Îranê yê Bexdayê digel Serokomarê Iraqê

Serokomarê Iraqê di hevdîtina tev balyozê Îranê yê Bexdayê da pêgirî ser girîngatîya peywendîyên dualî kir.

Di hevdîtina Serokomarê Iraqê û balyozê Îranê yê Bexdayê da, alûgur  û rewşa navçe û navdewletî û hewlên ji bo xurtkirina ewlehî û aştîya cîhanî hatin hilkolandin.

Ebdulletîf Reşîd Serokomarê Iraqê di vê hevdîtinê da pêgirî ser girîngatîya peywendîyên her du welatan û hevkarîya dualî di çarçova istiqrar û aştîya navçeyê da kir. 

Wî herwiha amajeyî girîngatîya berdewambûna hewlên navdewletî ji bo serxistina rawêjkarî û gotûbêjê û aramkirina rewşê û dûrxweyîkirina navçeyê ji dûhatên nerênî ji bo ewlehî û istiqrarê kir.

Mihemed- Kazim Alê- Sadiq jî pêgirî ser piştgirîya Îranê ji hewlên Iraqê ji bo parastina ewlehî û istiqrara vî welatî û girîngatîya peywendîyên dualî kir.