Xezelî: Berxwedana Filistînê serkevtineka nû diyarî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i352980-xezelî_berxwedana_filistînê_serkevtineka_nû_diyarî_kir
Sersekreterê Tevgera Esaêb Ehlê Heq a Iraqê, daxwaza sekinîna cîhanê li rex netewê Filistînê kir û got: Berxwedana efsanewî ya xelkê Filistînê, serkevtineka nû diyarî kir.
(last modified 2025-01-17T12:02:30+00:00 )
Çile 17, 2025 14:41 Asia/Tehran
  • Xezelî: Berxwedana Filistînê serkevtineka nû diyarî kir

Sersekreterê Tevgera Esaêb Ehlê Heq a Iraqê, daxwaza sekinîna cîhanê li rex netewê Filistînê kir û got: Berxwedana efsanewî ya xelkê Filistînê, serkevtineka nû diyarî kir.

Qeys Xezelî, Sersekreterê Tevgera Esaêb Ehlê Heq a Iraqê, wek berteka li hember ragihandina hevhatina agirbesa li Xezzê got: Eva ku Rejîma Siyonîst neçar ma bêyî ku bikaribe bigihîje armancên xwe, agirbesê qebûl bike, tenê sedemeka aşkera ya wêrektiya xelkê Filistînê û Berxwedanê bû, sebr û hedara Berxwedanê û derbasbûna ji dijwariyên herî giran, ji ber yekbûna di navbera fermandeyên mêhwera Berxwedana Îslamî ji Libnanê heta Îran û Yemenê bû.

Xezelî bona piştgîrîkirina xelkê Filistînê, daxwaza şermezarkirina fermî ya van cinayetên qirêj û muhakimekirina sebebkarên wê kir û li ser mafên gelê Filistînê bona azadkirina warên xwe yên dagirkirî pêgîrî kir.

Wî got: Ev tevgera bona raberkirina her cûre piştgîrîkirin û alîkariya bo xelkê mezlûm ê Filistînê û dewama webirr a piştgîriya ji mesela adilane ya Filistînê amade ye.