Nûçeya hilweşîna Heşdi Şeibiyê li Iraqê hat derewandin
Nûnerê Tevegra Nucebayê, gotegota hilweşîna Heşdi Şeibiyê li Iraqê derew da zanîn.
Seyîd Ebas Mûsewî, wekîlê Sersekreterê Tevgera Nuceba ya Iraqê li Îranê, ragihandina fermî ya hilweşandina Heşdi Şeibî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve derew da zanîn.
Berî nika hin medyayan hin nûçe li ser hilweşîna Heşdi Şeibiyê li Iraqê weşandibûn.
Seyîd Ebas Mûsewî, wekîlê sersekreterê Tevgera Nuceba ya Iraqê li Îranê, ev nûşeya derew da zanîn û pêgîrî kir: Heşdi Şeibî qet nehatiye hilweşandin û wê hilneweşe jî. Wî herwiha got: Nûçeya ragihandina fermî ya hilweşîna Heşdi Şeibiyê ji aliyê medyayekî Beisî ve hatiye weşandin ku îdiaya wê medyayê nerast e. Ev medya ne yên pêbawerîyê ne û xizmeta pirojeyên amerîkî dikin. Medyayên Şerqiye, Erebiye, Cizîre û Reşîd ji van medyayan in.