Amirî: Divê destdirêjîyên Tirkîyê ser Iraqê bên sekinandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i352584-amirî_divê_destdirêjîyên_tirkîyê_ser_iraqê_bên_sekinandin
Sersekreterê Rêxistina Bedrê ya Iraqê destdirêjîyên hewayî û bejayî yên Tirkîyê ser navçeyên curbicur ên Iraqê şermezar kir.
(last modified 2024-12-21T10:58:38+00:00 )
Kanûn 21, 2024 14:23 Asia/Tehran
  • Amirî: Divê destdirêjîyên Tirkîyê ser Iraqê bên sekinandin

Sersekreterê Rêxistina Bedrê ya Iraqê destdirêjîyên hewayî û bejayî yên Tirkîyê ser navçeyên curbicur ên Iraqê şermezar kir.

Hadî Amirî Sersekreterê Rêxistina Bedrê ya Iraqê pêgirî kir ku em destdirêjîyên hewayî û bejayî yên Tirkîyê ser navçeyên curbicur ên Iraqê bi tundî şermezar dikin. 

Wî herwiha got: Divê dewleta Iraqê bi pêngavên pêwîst ji bo sekinandina wan destdirêjîyana ku gefek dijî iraqîyan tên hesêb, rake.

Amirî herwiha got: Ew êrişên hewayî ku gellek herêmên Iraqê digirin ber xwe, bi ti behaneyeke rewa nînin.

Balafirên cengê yên Tirkîyê her roj êrişî navçeyên curbicur ên Iraqê dikin û dewleta Tirkîyê di van salên dawîn da hin herêmên Iraq û Sûrîyê dagir kirîye.