Rexneya Muqteda Sedr ji ber bêdengiya cîhanê li hember liv û tevgerên siyonîstan dijî Sûriyê
Li dû destdirêjiyên bidûhev ên Rejîma Siyonîst ser ax û esmanê Sûriyê û dagirkirina hin navçeyên wê, serokê Tevgera Sedr a Iraqê di axiftinekî da bêdengiya cîhanê li hember vê dagirkiriyê bi tundî rexne kir.
Seyîd Muqteda Sedr, serokê Tevegra Sedr a Iraqê di vî warî da got: Cîhan li hember êrişa siyonîstan ser axa Sûriyê û dagirkirna wê bêdeng maye. Muqteda Sedr pêgîrî kir: Em berfirehkirina kolonyalîzma terorîstî ya siyonîstan bi piştgirîya Amerîkayê şermezar dikin.
Wî herwiha hişyarî da ku navçê ber bi aloziyê ve kişandine û got: Tenê sêgoşeya xerab a Rejîma Siyonîst, Amerîka û Îngilîs ji kêşana navçê ber bi alozî û nakokiyan ve sûdê werdigire. Wî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku wek bersiva li hember zêdebûna aloziyan li navçeyê, hemû tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst li sînorên wî welatî bigire ber xwe.