Hadî Amirî: Êriş rêya herî baş jibo berevaniyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i352414-hadî_amirî_Êriş_rêya_herî_baş_jibo_berevaniyê_ye
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir a Iraqê got: Tirkiye û Rejîma Siyonîst bi piştgiriya ji êrişa komên terorîst ser navçe û bajarên Sûriyê li dijî vî welatî dest bi pîlan û komployê kirine.
(last modified 2024-12-07T12:14:56+00:00 )
Kanûn 07, 2024 15:27 Asia/Tehran
  • Hadî Amirî: Êriş rêya herî baş jibo berevaniyê ye

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir a Iraqê got: Tirkiye û Rejîma Siyonîst bi piştgiriya ji êrişa komên terorîst ser navçe û bajarên Sûriyê li dijî vî welatî dest bi pîlan û komployê kirine.

Sekreterê Giştî yê  Rêxistina Bedirê ya Iraqê  Hadî El Amirî îro li Bexdayê di konferansekê de got:  Ya ku li Sûriyê diqewime, komploya Tirkiye-Siyonîst e bi saya hebûna Amerîkayê.Rêjîma Siyonîst vê plana bi şik û guman li Sûriye û navçeyê rênimûnî dike.    El-Amirî got: Divê Iraq li hember  alûgurên niha li Sûriyê helwesteke zelal hebe , neku dê dûhatên  wê pir xirab bin. Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedra Iraqê got: Divê bazirganiya di navbera Tirkiye û Iraqê de ku gihêştiye zêdetirî 30 milyar dolarî, ji bo zexta li dijî Enqerê were bikar anîn ku dest ji piştgiriya xwe ji van saziyên terorîstî li Sûriyê berde.