Çarçoveya Hevahengiyê: Divê di zûtirîn dem de hêzên amerîkî ji Iraqê bên derxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i351931-Çarçoveya_hevahengiyê_divê_di_zûtirîn_dem_de_hêzên_amerîkî_ji_iraqê_bên_derxistin
Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê, bertek nîşanî vê yekê da ku Amerîkayê sibeha Şemiya buhurî rê daye Rejîma Siyonîst ku qada hewayî yê Iraqê binpê bike û êrişî Îranê bike.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çirî 30, 2024 14:13 Asia/Tehran

Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê, bertek nîşanî vê yekê da ku Amerîkayê sibeha Şemiya buhurî rê daye Rejîma Siyonîst ku qada hewayî yê Iraqê binpê bike û êrişî Îranê bike.

Elî Fetlawî, serokê Çarçeoveya Hevahengiya Iraqê got: Qada hewayî ya vî welatî bi rêya hevpeymaniya qaşo navnetewî hîn jî di bin kontrola hêzên dagîrkir ên Amerîkayê de ye û ew in ku rê dane Rejîma Siyonîst derbasî esmanê Iraqê bibe û êrişî Îranê bike. Ev kiryar berovajî nihêrîna Iraqê û Qanûna Bingehîn a Iraqê ye ku tê de hatiye ku Iraq bi ti awayî nikare bibe qadek ji bo êrişkirina ser welatên cîran û navçeyê.

Wî herwiha got: Axiftin û şermezarkirin dê tiştekî nû bi xwe re neyîne û serwerî, ewlehî û aramiya Iraqê naparêze, lewra karê ku Amerîkayê bi vê kiryarê kir, moralek e ji bo bilezkirina gotûbêjên ji bo bidawîkirina pêispartiya hevpeymaniya navnetewî û derxistina bi tevahî ya hêzên amerîkî ji bo ku qada xwe ya hewayî kontrol bike û pêşiya her cure binpêkirina wê bigire. Karê ku em ê bikin ev e û çarçoweya Hevahengiyê piştgirî dide kiryarên hikûmeta Bexdayê ji bo şermezarkirina vê binpêkirina mezin û metirsîdar a serweriya Iraqê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve.