Dewama êrişên Berxwedana Iraqê bi xwefiran ser pêgehên Rejîma Siyonîst
Cotmeh 30, 2024 16:45 Asia/Tehran
Berxwedana Îslamî ya Iraqê careka din pêgehên Rejîma Siyonîst li Erdên Dagirkirî yên Filistînê dan ber xwefiran.
Berxwedana Îslamî ya Iraqê di daxuyaniyekî da ragihand şervanên vê koma berxwedanê îro Çarşemiyê bona piştgîriya ji xelkê mezlûm ê Filistîn û Libnanê, armanceka girîng li bakûrê Erdên Dagirkirî dan ber xwefiran.
Berxwedana Îslamî ya Iraqê roja Duşemiyê jî pêgeheka leşkerî ya artêşa Rejîma Siyonîst li bakûrê Erdên Dagirkirî yên Filistînê dabûn ber xwefiran. Kanala 12`an a Televîzyona Rejîma Îsraîlê jî berî nika ragihandibû ku geştên esmanî tevî dewama şêrr û giranbûna kêşeyan, îbtalbûna firrînên xwe yên ber bi Erdên Dagirkirî heta 30`ê Cotmehê, îbtal kiriye.