Cotmeh 19, 2024 16:36 Asia/Tehran

Seyîd Emar Hekîm, serokê Tevgera Hikmeya Netewî ya Iraqê, bi weşandina daxuyaniyekî ji ber şehadeta Yehya Sênwar, serokê polîtboroya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hemas) sersaxî da û pêgîrî kir: Rejîma Siyonîst, pirr ji wê yekê lawztir e ku bikaribe hevgirtîbûna netewê Filistînê lawaz bike.

Di daxuyaniya Seyîd Emar Hekîm da hatiye: Em şirîkê xem û taziya xelkê bihedar û mezlûm ê Filistînê û tevgerên berxwedana Filistînê, ji ber şehadeta mamosta Yehya Sênwar bi destê Rejîma Siyonîst ê sûçkar li Zîvala Xezzê ya berxwedêr in. Hekîm di dewamê da pêgîrî kiriye: Ev karên cinayetkarane yên rejîma dagirkir, pirr ji viya lawaztir in ku bikaribin hevgirtîbûna netewê Filistînê lawaz bikin yan jî wan ji dewama istandina mafên xwe di rêya serkevtina ji bo armanca xwe ya adilane de, poşman bikin.

Wî di dewama vê daxuyaniyê da herwiha got: Xwedê rehma xwe li şehîd Sênwar bike û vîn û îrade ji bo berdewamkirina rêya fîdakariyan û dewama rêya piştgîriya ji armanca adilane ya Filistînê bide bira û rêhevalên wî.

Serepeyv