May 24, 2024 07:26 Asia/Tehran
  • Êrişa berxwedana Îraqê ser bendera Heyfa li Filistîna dagirkirî

Berxwedana Îslamî ya Iraqê vê sibê derbarê êrişa bi xwefiran ser bendera Heyfa ya li Filistîna dagirbûyî agahî da

Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku ji bo kemilandina qonaxa duyemîn a operasyona berxwedanê dijî rejîma dagirker û piştgiriya gelê Xezeyê, îvê sibê , îniyê bi xwefirekê bendera Heyfa ya dagirbûyî kirin hedef.

Berxwedana Iraqê şeva Pêncşemê jî bi 2xwefiran, bendera Eylatê ya dagîrkirî kir armanc.Koma Berxwedana Islamî ya Iraqê pêştir li operasiyonên derbasbûyî hişyarî dabû erdên dagirbûyî ku ger êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê bidome, wê operasyonên xwe li dijî çeperên vê rejîmê li Golana dagirbûyî ya Sûriyê û deverên din ên dagirbûyî zêdetir bike.

Medyaya Şer a Berxwedana Îslamî ya Iraqê pêştir derbarê  êrişên ser armancên li Golana Sûriyê û deverên din ên dagirbûyî yên Filistînê  bi xwefiran agahî dabû. 

Li gorî raporên medyan, Berxwedana Îslamî ya Iraqê 243 êriş ser 90 armancên Amerîkayê li axa Iraqê, 65 êriş ser erdên dagirkirî û 88 êriş ser meqera amaerîkî li axa Sûriyê pêk anîbûn. 

 

Serepeyv