Sipasiya Hekîm ji hewldanên Îranê bo piştevanîkirina ji mesela Filistînê
Seyîd Emmar Hekîm rêberê tevgera hikmeya neteweyî ya Iraqê got: Meha Remezana îsal bi komkujiyên li nav axa Filistînê û binpêkirina hemû nirxên mirovî û peymanî di êrişên berdewam ser xelkê dorpêçkirî yên Xezeyê û binpêkirina hemû nirxên mirovî û peymanî ye û helbet her dijwarî dê bibe sedema serketinê û ew du rûyê sikeyekê ne.
Seyîd Emar Hekîm tevî diyarkirina hevgrtina xwe bi gelê mezlûm ê Filistînê re û rêzgirtian ji roja cîhanî ya Qudsê got ku qeyrana Xezeyê bîr û hizra mezlûmbûna Rejîam Siyonîst têk bir.
Wî bal kişande ser piştgiriya welatên rojava ji Rejîma Siyonîst û got: Ev piştgirî bûye sedem ku cîhana rojava bi têkçûna nirxan re rû bi rû bimîne û eşkere bibe ku duruşmên ku propagende kirine derew in û helbet raya giştî ya dinya bi filistîniyan re ye.
Hekîm bi şermezarkirina êrişa Rejîma Siyonîst ser beşa konsulî ya balyozxaneya Îranê li Şamê, ev cinayeta binpêkirina mafên mirovan û peymanên navneteweyî da zanîn û ji hewldanênên Komara Islamî ya Îranê li piştgirîkirina ji doza Filistînê spasî kir.