Nîsan 01, 2024 16:33 Asia/Tehran
  • Li welatên cîhanê merasima Leyalî Qedrê hatin lidarxistin

Şeva borî misilman li gelek welatên cîhanê mersima şevên qedrê pîroz kirin û ji Xwedayê mezin rehmet û lêborîn xwestin.

 Merasima Leyaliyê Qedr şeva buhurî  bi beşdariya rojîgirên gelek welatên cîhanê wek Komara Îslamî ya Îranê, Iraq, Lubnan, Sûriye, Îngilîs Çîn, Rûsya, Malizya, Tirkiye, Fransa, Pakistan, Bosniya, Hindistan, Efxanistan,  Endonizya, Taylend, Sengapûr,  Fîlîpîn, Brunêî, Newzîlend Awûstralyayê... hat lidarxistin û rojîgir bi xwendina ayetên Qur'anê û duayan  ji Xwedê Telaya daxwaza efûyê kirin.

 Navendên Îslamî yên Îngilîsê heta serê sibehê bibûn sehneya hizûra momin û bawermendên ji neteweyên cuda û di bin siya Qurana pîroz de merasima  ehyaya şevên Qedrê li dar xistin.

Rojîgirên Çînê jî bi qîrîna el- Qews, El-Qews jiXwedayê mezin  daxwaza efû û baxişînê kirin.

Misilman û Îraniyên niştecihên Malezyayê jî bi amadebûna li Hosêniyeya  warêjkariya  Çandî ya Îranê li vî welatî merasima Şevên Qedrê li dar xistin.

Bi sedan Mislimanên Rûs û Azerî, Îranî û efgan li Navenda Îslamî ya Moskowê li hev civiyan, nimêja Coşenê Kabîr xwendin û heta berbanga sibê îbadet kirin.

 Li bajarên cuda yên Fransa, Tirkiye, Bosniya, Lahûr û  Kiraçiyê merasima Şeva Qedrê hat lidarxistin, her wiha li gelek bajarên Îran, Iraq, Sûriye û Lubnanê jî şeva buhurî bi boneya salvegera şehadeta Îmam Elî (S) merasimên tazîdariyê hatin li dar xist.

Serepeyv