Cotmeh 18, 2023 17:01 Asia/Tehran
  • Adil Ebdulmehdî daxwaza derxistina demlidest a hêzên amerîkî ji Iraqê kir

Adil Ebdulmehdî, Serokwezîrê berê yê Iraqê, daxwaza cihanîna demlidest a pêşnumaya parlemana vî welatî derheq derxistina leşkerên amerîkî ji Iraqê kir.

 

Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê berê yê Iraqê piştî piştevaniya eşkere ya Amerîkayê ji êrişên Rejîma Siyonîst ser gelê mezlûm ê  Filistînê û şandina alîkariyên leşkerî yên Waşîngtonê bo vê rejîmê, daxwaza cihanîna demlidest a pêşnumaya vî welatî ya derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê kir. Wî got:

Li hember karesata mezin li Filistînê û berteka berayî ya li himber destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser gelê mezlûmê filistînê, di vê qonaxê de em dibin şehedeê xwesteka cidî ya gelê Iraqê ku divê li gor pêşnumyaya sala 2020an a parlemanê hemî hêêzn emerîkî û NATOyê ji Iraqê derkevin. 

Serokwezîrê berê yê Iraqê her wiha got: Divê em amade bin ji bo rûbirûbûna şerê li hemû ast û meydanan. Şeva derbasbûyî gelê Iraqê li bajarên curbicur ên vî welatî  bi  şermezarkirina cinayetên siyonîst xwepêşandanên berfireh li dar xistin û tevî şermezarkirina cinayetên  Rejîma dagirker dijî xelkê Filistînê  bi sloganên . Kella Kella Amerîka

 Elahuekber

 Amerîka Şeytanê ekber

 kîn û nerfreta xwe ji piştgiriyên koşka sipî û rayedarên Emerîkayê ji cinayetên Rejîma siyonîst djî Filistînê ragihandin.

 

Serepeyv