Cotmeh 16, 2023 17:40 Asia/Tehran
  • Nuceba: Bona ku em têkevin meydana qezeyê, em li benda amajeyekê ne

Sekreterê Giştî yê Tevgera Neceba ya Iraqê di gotûbêja bi rêberên Hemas û Cîhada Îslamî ya Filistînê de got ku ev grûpa berxwedanê amade ye bikeve meydana şerê Qezeyê û dê her cure alîkariyekê raber bike.

 

Şêx Ekrem El-Kebî, Sekreterê Giştî yê Tevgera  Nucebaya Iraqê îro Duşemî di peywendiyeke telefonî bi  Îsmaîl Heniye, Serokênivîsgeha Siyasî ya Hemasê û Ziyad Nexale, Sekreterê Giştî yê Tevgera  Îslamî ya Filistînê re ser amadebûna  Nucebayê ji bo her alîkariyê û her wiha ji bo derbasbûna kesên xwebexş bo şehadetê nav Qezeyê teqez kir.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Berxwedana Îslamî   ya Nucebayê di pêwendiyeke telefonî bi berpirsê  nivîsgeha siyasî ya Hemasê, operasyona bahoza Eqsayê pîroz kir û got:  We bi vê serketina mezin û derbeya nişkêveyî ku li dijmin xist  bûn sedema dilgermiya umeta îslamê û hemî cîhanê. 

El-Keibî amadetiya tam ya tevgera Nucebayê ji bo piştgiriya herî zêde ji berxwedana Filistînê ragihand û got: Li gorî peymana ku me girêdaye , em bi hemû çekên xwe bi hêza mirovî û îmkanata xwe piştgiriya we dikin û em amade ne her çawa ku ku hûn mesilhet bizanin emê alîkariyê bidin.

 

Serepeyv