Cotmeh 02, 2023 18:11 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Navxweyî yê Iraqê: Hewldana ji bo xurtkirin û kontrolkirina xalên sînorî didome

Wezîrê Karên Navxweyî yê Iraqê bi gotina vêya ku gellek çalakiyên ne-asayî li ser sînorê Parêzgeha Silêmanî û Îranê hene, got: Hewldana ji bo xurtkirin û kontrola vî sînorî û jinavbirina tevgerên nexwezayî didomin.

Ebdul-Emîr Şemerî Wezîrê Karên Navxweyî yê Iraqê got: Çalakî ji bo xurtkirina kontrola sînorê Silêmanî û Îranê bi çêkirina binkeyan û berfirehkirina pêdivî û îmkanan pêk tên.

Şemerî bi gotina vêya ku tevgerên ne-asayî li ser sînorê Silêmaniyê hene û destûrên Serokwezîr ji bo berçavgirtina wê jî diyar e, got: Zêde ji 40 cûre pêdivî û alavên kontrolê ji bo girêdana zîvala sînorî ya navbera Silêmanî û Îranê bo Tîpa 21ê ya Sînorvaniyê hatine şandin.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Iraqê got: Li aliyê başûr jî li ser sînorê Îranê qelaşeke 50 kîlomitrî li Horul-Huweyzeyê heye ku artêş hewl dide bi avakirina bendaveke herrikbar pirsgirêka wê çareser bike.

Şemerî got: Lê pirsgirêka mezin sînorê me digel Sûriyê li bakurê Firatê ye ku hewcetî bi dîwarekî beton ê mezin heye; ji ber ku gellek komên çekdar li wir çalak in û ev navçe di bin kontrola hikûmeta navendî ya Sûriyê da nîne.

Beriya vêya jî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê tekezî li ser cihanîna tam û deqîq a Lihevkirinnameya Ewlehiyê navbera Îran û Iraqê kiribû.

Elî Ekber Ehmediyan roja Yekşemiyê dihevdîtina digel Qasim Erecî Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê û taxima pê ra li Tehranê got: Ev lihevkirinname ewlehiya sînorên du welatan misoger dike û nexşerêyeke maqûl û guncan ji bo jinavbirina hêmanên bêewlehîker li du welatan û navçeyê ye. Wî her wiha ser pêwîstiya cihanîna tam a vê lihevkirinnameyê tekez kir.

 

Serepeyv