Serokkomarê Îraqê çû Hemdaniyeyê: Em dê her tiştê pêwîst bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i343880-serokkomarê_Îraqê_çû_hemdaniyeyê_em_dê_her_tiştê_pêwîst_bikin
Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd li Hemdaniyeyê got, “Em hatine ku hevxemiya xwe nîşan bidin. Em dê ji bo wan her tiştê pêwîst bikin.”
(last modified 2023-09-30T11:39:00+00:00 )
Îlon 30, 2023 15:06 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Îraqê çû Hemdaniyeyê: Em dê her tiştê pêwîst bikin

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd li Hemdaniyeyê got, “Em hatine ku hevxemiya xwe nîşan bidin. Em dê ji bo wan her tiştê pêwîst bikin.”

Şeva 26ê Îlonê, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Di encama şewatê de herî kêm 100 kesî canê xwe ji dest da, bi sedan kes jî birîndar bûn.

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, iro Baxdayê bi helîkopterê çû Hemdaniyeyê.

Letîf Reşîd bi şandeya Îraqê ya bi xwe re çû serdana derên Mar Behnam û Sareyê û bi xizmên qurbaniyan re axivî.