Tîrmeh 24, 2023 16:25 Asia/Tehran
  • Plana ewlehiyê ya Heşdi Şeibiyê bi nêzikbûna li şîngêriyênn Aşûrayê

Fermandeyekî Hêzên Heşdi Şeibiyê ya Iraqê qala zêdekirina tevdîrên ewlehiyê yên van hêzan bi nêzikbûna li rêûrisma şîngêriya Aşûraya Îmam Hisên (S) kir.

Bi destpêbûna meha Miheremê, parêzgeha Diyaleyê ya Iraqê di rewşa amadetiyê ji bo dabînkirina ewlehiya hatûçûna ziyaretkerên rêûrisma Aşûrayê ye.

Sadiq El-Hisênî ji femandeyên Hêzên Heşdi Şeibiyê ragihand, Hêzên Heşdi Şeibiyê tevdîrên xwe yên ewlehiyê li 13 beşan li rêyên parêzgeha Diyaleyê bi nêzikbûna li roja Aşûrayê zêde kirine da ku ewlehiya van navçeyan bi tamî were misogerkirin.

El-Hisênî got: Zêdekirina tevdîrên ewlehiyê di rex zêdekirina hêza, dbe sebeba jordaçûna asta hêza şerkirinê ji bo belavbûna li her navçeyê di heyama çend deqîqeyan da û hewldanên Hêzên Heşdi Şeibiyê ji bo piştevaniya ji mokebên hisênî di heyama şev û rojê da bêyî istîsna didomin.

Vî fermandeyê iraqî got: Hêzên Heşdi Şeibiyê ji 150 mokebên hisêînî li navçeyên rozgarkirî û derdora wê li parêzgeha Diyaleyê bi awayê rasterast û di çarçova plana xwe ya ewlehiyê bi hevkariya hêzên din ên ewlehiyê yên Iraqê piştgirî dikin.

Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê jî roja Yekşemiyê ragihand, Bi nêzikbûna li roja 10ê Miherremê, alavên piştevanî û alîkariyê bo parêzgeha pîroz a Kerbelayê tên şandin.

Xalid El-Mehena Berdevkê Wezreta Karên Navxweyî ya Iraqê got: Bi nêzikbûna li roja 10ê Miherremê, alavên piştevanî û alîkariyê ji hemî beşan dê bo parêzgeha pîroz a Kerbelayê bên şandin.

Beriya vêya jî Salih Mûsewî Rêveberêî Giştî yê Tenduristiyê yê Kerbelayê gotibû ku vê rêveberiyê amadetiya ji bo cihanîna plana awarte ya Aşûrayê kemilandiye û kadroya tenduristiyê ji bo raberkirina herî baştir a xizmetên pizîşkî û tenduristiyê bo bi hezaran ziyaretkerên heremên pîroz amade ne.

Serepeyv