Hezîran 03, 2023 09:40 Asia/Tehran
  • Derbeya giran a eskerên iraqî li terorîstên DAIŞ`ê

Serwîsa Rawestana li himber Terorîstan a Iraqê, giranbûna êrişên eskerên iraqî ser terorîstên DAIŞê piştyrast kir û ragihand di encama êrişên nû derbeyên giran li terorîstan ket û çend terorîst jî hatin kuştin.

Saziya Îstixbarata Iraqê îro şemiyê ragihand ku  Serwîsa Rawestana li himber Terorîstan a Iraqê, sê terorîstên DAIŞ`ê ku kemberê întiharî girêdabûn xwe, li rêzeçiyayên Hemrînê li parêzgeha Kerkûkê kuştin.

 Saziya Îstixbaratê ya Iraqê teqez kir, hêzên vî welatî di çarçoveya kemlandina qonaxa pêncan a operasyona  Şûrên Heqê, komeke teroîstan li rêzeçiyayên Şûrên Heqê dan ber êrişan.

Qonaxa pêncê ya operasyona Şûrên Heqê li parêzgehên Diyalê, Kerkûkê, Tûzxormatûyê bi beşdariya artêşa Iraqê, Hêzên Pêşmerge, têkoşerên Heşda şebî bona şopandin û revînê ya endamên Koma Terorîst ya DAIŞ`ê li Iraqê didome. 

Yekîneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê duh îniyê di daxûyaniyekê de ragihand: Di dewama nêrîna êrişkirin û şopandinê ya terorîstên DAIŞê û li gor  agahiyên deqîq û şopandina  dariyea Îstixbarata Eskerî û  çavdêrîbûyî, plandarêştin û şopandina yekîneya armancgirtinê ya fermamndetiya operasyona hevpar,  pîlotên iraqî bi balefira F-16`ê êrişa heway ya serketî li navçeya  operasyonê ya parêzêgeha Diyalê cih anîn.

Di daxûyaniya Yekîneya ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê de hatiye:

Di encama vê êrişê de komek ji terorîstên DAIŞê hatin kuştin û meqer û navendên wan hatin kavilkirin. Muhemed Şiya Sûdanî, Serokwezîr û Fermandeyê Gişt Hêzên Çekdar ên Iraq duh îniyê bal kişand ser vê yekê ku  kontrola rewşa ewlehiyê  pêwîstî bi dewama  perwerdekirina hêzan û jordebirina  asta amadetiya wan heye û destxweşî li Hêzên Serwîsa Rawestana li ber Terorîzmê ya Iraqê kir.

Pêştir jî Ebdulwehab El-Saidî, Serokê Saziya dijî terorîzmê ya Iraqê derbarê kuştina 27 terorîstên DAIŞê li El-Enbar û Hemrînê agahî dabû.

 Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê bona piştrastbûan ji xebata dubare ya DAIŞê û endamên wan ên revyayî, karê lêgeriyan, ramalîn û şopandina paşmayiyên DAIŞê li seranserê vî welatî didomînin.

 

 

 

 

Serepeyv