Nîsan 10, 2023 18:15 Asia/Tehran
  •  Fermandetiya artêşa Iraqê, kontrola zîvala sînorî bi Sûriyê re piştrsat kir

Fermandetiya artêşa Iraqê tevî ragihandina şidandina kontrola ser zîvala sînorî ya bi Sûriyê re û girtina pêşiya nifûza terorîstan ser vî welatî, ser cihanîna operasyona çavdêrî û keşfê ya berdewam teqez kir.

 “Tehsîn Xefacî”, Berdevkê artêşa Iraqê di axiftinekê de destnîşan kir, îsal yê bi hewildanên îstixbaratî û zexta zêde ser DAIŞ’ê yê saleke cuda be, ji ber ku serwîsên îstixbaratî hinek operasyon cih anîne ku di dereqa heftiya buhurî de bûn sedem hejmarek ji terorîstan bên kuştin.

El-Xefacî bal kişand ser şidandina kontrola ser zîvala sînorî bi Sûriyê re û rawestandina nifûza terorîstan li van navçeyan û teqez kir: Ev demajoya piştî çêkirina xalên lêgeriyê, dezgehên çavdêriyê, bircên naskirinê, têlên bi kelem, berbend û hêlên berevaniyê cih hat.

 Berdevkê artêşa Iraqê her wiha destnîşan kir: Hêzên iraqî karîn li navçeyên ku ji babet cugrafiyayî va aloz hatine nirxandin, bi operasyona taybet û beşdariya berfireh li van navçeyan her cure nifûza zêde ji dijmin bistînin.

 

Serepeyv