Adar 24, 2023 15:37 Asia/Tehran
  • Emmar Hekîm: “Istiqrara ewlehiyê li Iraqê bêmînak e”

Serokê Tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê got: “Ewlehî û istiqrara Iraqê ser xêra me ye û peywendiyên me bi Tevgera Sedrê re xurt û qahêm in.”

Serokê Tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê got: “Em li Iraqê istiqrar û ewlehiyê dibînin.”

 ‘Emmar Hekîm’ got: “Bûceya niha ya Iraqê, bûceya herî mezin a dîroa vî welatî û sêwemîn bûceya li nav welatên erebî ye.”

Hekîm got: “Qanûna berê ya hilbijartinê nedadmendane bû û sê duyê xelkê nedikarîn dengê xwe bidin û merceyîyeta olê jî ragihand ku li dû qanûneke dadmenadne bo hilbijartinê bin.”

Wî teqez kir ku ewlehiya siyasî, kilîda ewlehiya aborî û geşatiya aborî ye û siyaseta me li Iraqê ne têkbirina teşkîlat û pêkhateyan e.

 Rêberê Tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê teqez kir ku ‘Muqteda Sedr’ Serokê Tevgera Sedrê hin pêşniyarên baş raberî min kirin û derbarê vê yekê de sedaqeta xwe hebû û Tevgera Sedrê hevpeymanê sereke û bingehîn ê siyaseta welêt e û em divê piştgiriya hikûmeta Sûdanî bikin.

Wî got: “Ewlehiya Iraqê ser xêra me ye û peywendiyên me bi tevgera Sedrê re xurt û qahêm in.”

 

Serepeyv