Desteya Destpakîyê ya Iraqê: Me par 32 milyar dînar vegerand xizîneya hikûmetê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i340324-desteya_destpakîyê_ya_iraqê_me_par_32_milyar_dînar_vegerand_xizîneya_hikûmetê
Li gor rapora salane ya Desteya Destpakîyê ya Iraqê, par desteyê li ser 16 hezar û 571 dosyeyên gendeliyê kar kir ku 12 hezar û 537 kes tê de hatibûn tawanbarkirin û 56 ên wan wezîr bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 23, 2023 11:10 Asia/Tehran
  •  Desteya Destpakîyê ya Iraqê: Me par 32 milyar dînar vegerand xizîneya hikûmetê

Li gor rapora salane ya Desteya Destpakîyê ya Iraqê, par desteyê li ser 16 hezar û 571 dosyeyên gendeliyê kar kir ku 12 hezar û 537 kes tê de hatibûn tawanbarkirin û 56 ên wan wezîr bûn.

Desteya Destpakîyê ya Iraqê di rapora xwe de ragihand ku ji van 16 hezar û 571 dosyeyên ku ser wan kar kirine, 6 hezar û 765 dosî hatine yekalîkirin.

 Li gor vê raporê, par 12 hezar û 537 kes bi dosyeya gendeliyê hatibûn tawanbarkirin ku 56 ê wan wezîr bûne.