Sibat 26, 2023 18:00 Asia/Tehran
  • Sûdanî: “Helwêsta Iraqê di piştevaniya ji gelê Filistînê da naguhere”

Serokwezîrê Iraqê li rex civîna 34an a Yekitîya Parlimanên Erebî di hevdîtina digel Serokê Meclîsa Neteweyî ya Filistînê da ragihand ku helwêsta Bexdayê di piştevaniya ji gelê Filistînê naguhere.

“Muhemed Şiya Sûdanî” Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina digel “Rûhî Futûh” Serokê Meclîsa Neteweyî ya Filistînê da tekezî li ser piştevaniya ji gelê vî welatî kir.

“Muhemed Şiya Sûdanî” got ku Iraq hewl dide bi kiryarên bibandor ewlehî û aramiyê ji bo gelên navçeyê pêk bîne.

Di alûgoreke têkildarî civîna Yekitîya Parlimanên Erebî da li Bexdayê, “Muhemed Helbûsî” Serokê Parlimana Iraqê îro (Yekşemî) di serê desteyek ji rayedarên Yekitîya Parlimanên Erebî ji Bexdayê çû Şamê.

Li gorî ragihandina Ajansa fermî ya Iraqê, ev serdan bi armanca tekezîya li ser piştevaniya welatên erebî ji Sûriyê li pey erdheja wêranker a vê dawiyê li bakurê vî welatî pêk hatiye.

Civîna 34an a Yekitîya Parlimanên Erebî ji roja Şemiyê va li Bexdayê dest pê bû; di vê civînê da nûnerên 18 welatên erebî ji wan 14 serokparliman beşdar in.

Serepeyv