Sibat 22, 2023 14:43 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê: “DAIŞ hela jî xeterek li dijî ewlehîya welêt e”

Berdevkê Fermandetîya Hêzên Çekdar a Iraqê got ku koma terorîst a DAIŞ’ê hela jî xeterek ser rêya ewlehîya Iraqê ye ku şerê himberî wê şerekî di warê lêzanînan da ye.

Berdevkê Fermandetîya Hêzên Çekdar a Iraqê “Yehya Resûl” ragihand: “Çend kom pêkhatî ji hêzên Artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge ji bo lidarxistina operasyonê li deverên di navbera her du alîyan da li Kerkûkê ku valatîya emnî li wir heye, hatine avakirin.”

Wî herwiha got: “Vê dawîyê çend êrişên giran dijî çeperên DAIŞ’ê li parêzgeha Dîyaleyê û devera Kebîsê ya parêzgeha El Enbarê pêk hatine.”

Berdevkê Fermandetîya Hêzên Çekdar a Iraqê herwiha got: “Hêzên Hevpar ên iraqî operasyona Seyf ul Heq ji bo jinavbirina paşmayîyên koma terorîst a DAIŞ’ê li deverên dûr ên wekî parêzgehên Dîyale, Selaheddîn û Nêynewayê dest pê kirine.” Herî dawî li devera Tarimîyê li bakurê Bexdayê di navbera hêzên iraqî û paşmayîyên DAIŞ’ê da pevçûn derket ku di encamê da 3 leşkerên iraqî hatin şehîdkirin û hemî daiş’îyên pişkdarê vê pevçûnê jî hatin kuştin.

 

Serepeyv