Ebdulletîf Reşîd piştgirî da kiryarên pêkhatî ji bo daxistina bihayê dolar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i339377-ebdulletîf_reşîd_piştgirî_da_kiryarên_pêkhatî_ji_bo_daxistina_bihayê_dolar
Serokkomarê Iraqê ji kiryarên pêkhatî do warê daxistina bihayê dolar li vî welatî piştgirî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 08, 2023 16:10 Asia/Tehran
  • Ebdulletîf Reşîd piştgirî da kiryarên pêkhatî ji bo daxistina bihayê dolar

Serokkomarê Iraqê ji kiryarên pêkhatî do warê daxistina bihayê dolar li vî welatî piştgirî kir.

Roja bihurî hikûmeta Iraqê biryar da ku asta 1300 dînarî ji bo her dolarekî Amerîkayê diyar bike.

“Ebdulletîf Reşîd” serokkomarê Iraqê jî di twîtekê da nivîsî: “Em ji kiryarên desteya hikûmetê û Banka Navendî ji bo zêdekirina bihayê dînar ku bandorên erênî li jiyanê û xurtkirina bihayê pereyê neteweyî dike piştgirî dikin.”

Ji aliyê din va, Banka “Radifîn”ê ya Iraqê roja Çarşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: “Firotina dolar bo rêwîyan li balefirgeha navneteweyî ya Bexdayê bi nirxa fermî ya 1320 dînarî dest pê bûye.”