Alîkarê Wezareta Karên Derve ya Îranê û Serokkomarê Iraqê hevdîtin pêk anîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i339329-alîkarê_wezareta_karên_derve_ya_Îranê_û_serokkomarê_iraqê_hevdîtin_pêk_anîn
Alîkarê Wezareta Karên Derve ya Îranê di warê Dîplomasiya Aborî da bi Serokkomarê Iraqê ra hevdîtin pêk anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 06, 2023 12:39 Asia/Tehran
  •  Alîkarê Wezareta Karên Derve ya Îranê û Serokkomarê Iraqê hevdîtin pêk anîn

Alîkarê Wezareta Karên Derve ya Îranê di warê Dîplomasiya Aborî da bi Serokkomarê Iraqê ra hevdîtin pêk anî.

“Mehdî Seferî”, Alîkarê Wezareta Karên Derve ya Îranê di warê Dîplomasiya Aborî da ku serdana Iraqê kiriye, piştî hevdîtina digel hejmareke berpirsên vî welatî, îro digel “Ebdulletîf Reşîd” Serokkomarê Iraqêjî hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Li gorî daxuyaniya Serokkomartiya Iraqê, di vê hevdîtinê da “Ebdulletîf Reşîd” Serokkomarê Iraqê tekezî li ser girîngiya xurtkirina asta hevkariya navbera Îran û Iraqê kir.

Serokkomarê Iraqê her wiha sipasiya Îranê ji ber berxwedana vî welatî li kêleka iraqiyan di serdema dîktatoriyê û dema şerê DAIŞ'ê da kir.