Iraqîyan li hemberî zêdebûna bihayê Dolar xwenîşandan li dar xistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i339048-iraqîyan_li_hemberî_zêdebûna_bihayê_dolar_xwenîşandan_li_dar_xistin
Bi dehan iraqî roja Çarşemiyê wek nerazîtiya li hemberî zêdebûna bihayê Dolar li ber Banka Navendî ya Iraqê kom bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 25, 2023 13:02 Asia/Tehran
  • Iraqîyan li hemberî zêdebûna bihayê Dolar xwenîşandan li dar xistin

Bi dehan iraqî roja Çarşemiyê wek nerazîtiya li hemberî zêdebûna bihayê Dolar li ber Banka Navendî ya Iraqê kom bûn.

Bihayê her 100 Dolarên Amerîkayê di Çileya 2023an da ji 160 hezar Dînarê Iraqê derbas bûye û ev yek bûye sebeba zêdebûna bihayê xwarek û kelûpelên din.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya ERS News'ê, Çavkaniyekî ewlehiyê yê Iraqê ragihand: Bi dehan nerazî îro bi nîşana nerazîtiya li hemberî zêdebûna bihayê Dolar li ber avahiya Banka Navendî ya Iraqê kom bûn û daxwaza berxwegirtina tevdîrên aborî yên bilez û vegerandina bihayê Dolar bo rewşa asayî û cezakirina gendelan kirin.

Li gorî gotina vî çavkanîyî, Xwenîşandana iraqiyan li Bexdayê di nav tevdîrên giran ên ewlehiyê da hat lidarxistin.