Çile 19, 2023 16:58 Asia/Tehran
  • Reşîd û serokwezîra Tûnisê li Davosê hevdîtin pêk anîn

Serokkomarê Iraqê û serokwezîrê Tûnîsê hevdîtin pêk anîn û li ser berfirehkirina hevkariyên dualî û mijarên navçeyî û navneteweyî gotûbêj kirin.

Li gorî Kanala Al-Alam'ê, Ebdulletîf Reşîd serokkomarê Iraqê ku ji bo beşdariya di civîna aborî ya Davosê serdana Swîsê kiriye, li cihê mayîna xwe digel Necla Bûdên, serokwezîra Tûnisê hevdîtin êk anî.

Di vê hevdîtinê da du aliyan tevî vekolandina peywendiyên dualî û çawaniya xurtkirina wan, alûgorên navçeyî û navneteweyî vekolandin û derbarê berfirehkirina çalakiyên geştyariyê navbera du welatan gotûbêj kirin.

Serokkomarê Iraqê tekez kir ku welatê wî qonaxa bizava pêşketinê derbas dike ku di heyama wê da projeyên stratejîk ên pêşxistinê di warên xizmetguzarî, tenduristî û perwerdehiyê ji bo tevahiya gelê Iraqê bi cih tên.

Serokwezîra Tûnisê jî di vê hevdîtinê da tekezî li ser meyl û meraqa welatê xwe ji bo berfirehkirina peywendiyên dualî û hevkariyên navbera du welatan ji bo xêr û berjewendiyên du aliyan kir.

 

Serepeyv