Çile 14, 2023 18:31 Asia/Tehran
  •  Pêngava pratîkî ya Iraqê dijî terorîstan li sînorên Îran û Tirkîyê

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku pêngavên pratîkî yên Bexdayê ji bo sekinîna himberî liv û tevgerên komên terorîst û cidatîxwaz ên dijî Îran û Tirkîyê ku niştecihê Iraqê ne, dest pê bûn.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî amejeyî hewla Bexdayê ji bo parastina peywendîyên baş ên digel welatên cînar nemaze digel Komara Îslamî ya Îranê û Tirkîyê kir û got: “Iraq hez dike gotûbêja digel welatên cînar bidomîne ku peywendîyên berbiçav û berjewendîyn hevpar bi wan ra heye.”

Sûdanî herwiha got: “Iraqê pêngavên pratîkî li sînorên hevpar ên digel Tirkîyê dest pê kirîye, ji ber ku komên li wan herêman car bo carê ji bo şîdetê derbasî Îran an Tirkîyê dibin û eva jî berovajî Qanûna Bingehîn a Iraqê ye.”Bicihbûna komên terorîst li sînorên hevpar ên di navbera Iraq û Îran û Tirkîyê da bûye sedema hin pirsgirêkan nemaze ji bo Îran û Tirkîyê.

Serokwezîrê Iraqê herwiha ji ber rola erênî ya Ayetullah Elî Sîstanî merceyê dînî yê pilebilind ê Iraqê di demajoya alûgurên vî welatî da, destxweşî lê kir û got: “Merceyê dînî yê pilebilind ê Iraqê helwestên zelal derheq piştgirîya ji demajoya sîyasî û piştgirîya ji gelê Iraqê ji hemî etnîk, mezheb û çîn û qatên civaka vî welatî heye û wê piştgirîyê didomîne.”

Sûdanî herwiah got: “Di encama liyêkgiheştinên sîyasî yên iraqîyan da hikûmet hat avakirinê, vê yekê desthilata pêwîst daye wî ku bi Amerîkayê û Hevalbendîya Navnetewî ra li ser kivşkirina çawanîya mayîna wan li Iraqê û erka wan muzakir bike.”

Serokwezîrê Iraqê amajeyî pirsgirêkên navxweyî yên vî welatî kir û gendelî, rêvebirîya xirab û pirsgirêkên emnî wek berbendên sereke yên ser rêka dabînkirin û raberkirina çêtir a ceryanê bo gelê Iraqê zanî û got: “Iraqê di sala 2013an di warê kehrebayê da pêşketineke baş hebûye, lê DAIŞ’ê bi êrişê ew destkevta ji nav bir.”

 

Serepeyv