Serokkomarê Iraqê: Gelê Iraqê meseleya Filistînê wek meseleya xwe dizane
Serokkomarê Iraqê di hevdîtina digel şandiyê taybet ê Serokê Teşkîlata Xwerêveber a Filistînê da li ser helwêsta Iraqê ya neguhêr di piştevaniya ji çareseriya meseleya Filistînê bi awayê edlane tekez kir.
Ebdulletîf Reşîd di hevdîtina digel Cebrayîl Recûb nûnerê taybet ê Serokê Teşkîlata Xwerêveber a Filistînê û Sekreterê Komîteya Navendî ya Tevgera Fethê da, tekezî li ser helwêsta Iraqê ya neguhêr û hertimî derheq meseleya Filistînê kir û got
ku gelê Iraqê bi hemî qewm û tayîfeyên xwe meseleya Filisitînê wek meseleya xwe dizane û yê di rêya piştevaniya ji mafên filistîniyan da berdewam be.
Letîf Reşîf got: Dewleta Iraqê li pey xurtkirina hevkariyên digel dewleta Filistînê ji bo piştevaniya ji filistîniyan e.
Serokkomarê Iraqê her wiha tevî amajeya bi alûgorên Iraqê ji wan aramiya ewlehî û aborî ya heyî li vî welatî, got: Rewşa heyî alîkariya hikûmeta vî welatî ji bo cihanîna berpirsyariyên wê di warê xizmetguzariya bo welatiyan dike.
Wî her wiha got: Iraqê gelek şer û pirsgirêk li pey xwe hiştine û ev aştî ye ku dibe sebeba geşatî û pêşketinê.