Yekitiya Neteweyî mijara hevdîtina El-Malikî û Serokkomarê Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i338695-yekitiya_neteweyî_mijara_hevdîtina_el_malikî_û_serokkomarê_iraqê
 Serokkomarê Iraqê û Serokê Hevalbendiya Dewleta Qanûnê ser pêwîstiya xurtkirina ewlehî û aramiyê li Iraqê û xurtkirina Yekitiya Neteweyî teqez kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 08, 2023 16:00 Asia/Tehran
  •  Yekitiya Neteweyî mijara hevdîtina El-Malikî û Serokkomarê Iraqê

 Serokkomarê Iraqê û Serokê Hevalbendiya Dewleta Qanûnê ser pêwîstiya xurtkirina ewlehî û aramiyê li Iraqê û xurtkirina Yekitiya Neteweyî teqez kirin.

 Ebdulletîf Cemal Reşîd, Serokkomarê Iraqê û Nûrî Malikî Serokê Hevalbendiya Dewleta Qanûnê, roja Yekşemiyê di hevdîtina li Bexdayê de ser giringiya piştgiriya ji hewldanên dewleta vî welatî bo cihanîna bernameyên xwe teqez kirin û Ebdulletîf Reşîd û Nûrî Malikî di vê hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraqê û alûgorên siyasî, ewlehî û aborî yên wê hilkolandin.

Di hevdîtina Reşîd û Malikî de her wiha teqezî ser pêwîstiya xurtkirina ewlehî û aramiya li Iraqê û xurtkrina yekitiya neteweyî bo çareserkirina pirsgirêkan û çareserkirina meselên mayî di çarçoveya berjewendiyên vî welatî û welatiyên wê hatkirin.

 Di vê hevdîtinê de, du rayedarên pilebilind ên iraqî, piştgiriya ji hewildanên dewleta Muhemed Şiya Sûdanî bo cihanîna bernameyên wezaretê bi taybet mijarên têkildarî debar û miaş û xizmetguzarî û berfirehkirina binesaziyan de, giring hatin zanîn û serokkomarê Iraqê ser lezgînkirina pêvajoya karê kemilandina projeyên pêwîst û raberkirina xizmetguzariyan bo welatiyan  teqez kir.