Hevgavê şehîdbûna Fermandeyên Serkeftinê, derketina Amerîkayê ji Iraqê ketiye rojevê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i338653-hevgavê_şehîdbûna_fermandeyên_serkeftinê_derketina_amerîkayê_ji_iraqê_ketiye_rojevê
 Nûnerê xelkê parêzgeha Besrayê li parlimana Iraqê ser pêwîstiya derxistina eskerên amerîkî ji vî welatî teqez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 07, 2023 10:28 Asia/Tehran
  • Hevgavê şehîdbûna Fermandeyên Serkeftinê, derketina Amerîkayê ji Iraqê ketiye rojevê

 Nûnerê xelkê parêzgeha Besrayê li parlimana Iraqê ser pêwîstiya derxistina eskerên amerîkî ji vî welatî teqez kir.

 Falih El-Xezelî, Nûnerê xelkê parêzgeha Besrayê li parlimana Iraqê ser pêwîstiya derxistina eskerên amerîkî ji vî welatî teqez kir û got: Amerîkayê di destpêka şerê Iraqiyan li hmeber terorîzmê de, çek û sîleh didan Koma Terorîst a DAIŞ’ê.

 Xezelî bal kişand ser vê yekê ku fetwaya dîrokî ya Ayetullah Elî Sîstanî, Merceyê qedirgiran ê olî yê Iraqê, işkest veguherand serketinê û got: Bi fetwaya pîroz û hewldana Hecî Qasim Sulêymanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdaran û Şehîd Ebû Mehdî Muhendis, Alîkarê berê yê Heşdi Şeibiya Iraqê, pêşiya hilweşiyana vî welatî hat girtin.

 Muhemed El-Temîmî, ji rêberên Hevalbendiya Çarçoveya Hewahengiya Şîeyên Iraqê jî ragihand ku Biryara derketina hêzên amerîkî ji welêt ku ji aliyê parlimanê va hat dayîn, nayê guhertin û divê dewlet bona ku nehêle Iraq derbasî nav şerê dijî dagirkerên amerîkî bibe, wê cih bîne.