Niştecihên Mûsilê di salvegera fermandeyên Bereya Berxwedanê da meşiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i338532-niştecihên_mûsilê_di_salvegera_fermandeyên_bereya_berxwedanê_da_meşiyan
Niştecihên şarê Mûsil ê Iraqê meşek bi boneya salvegera sisêyan a şehîdbûna fermandeyên serketinê û bibîranîna fidakarîyên wan li dar xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2022 14:57 Asia/Tehran
  •  Niştecihên Mûsilê di salvegera fermandeyên Bereya Berxwedanê da meşiyan

Niştecihên şarê Mûsil ê Iraqê meşek bi boneya salvegera sisêyan a şehîdbûna fermandeyên serketinê û bibîranîna fidakarîyên wan li dar xistin.

Merasima salvegera şehîdbûna fermandeyên serketinê li şarê Mûsil ê Iraqê hat lidarxistin û pişikdarên vê merasimê pêgirî kirin ku divê rêya her du şehîd û fermandeyên serketinê serdar Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis û sekinîna himberî zilma zilhêz û serdestîxwazan were domandin.

Pişikdarên vê merasimê, posterên mezin ên serdar Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis û hin pankardên bi naveroka şermezarkirina destdirêjîya Amerîkayê û desthebûna vî welatî di terorkirina fermandeyên serketinê da bilind kirin û bi awayekî sembolîk sindirûka wan şehîdan dan rakirin û bi rê kirin.

Sersekreterê Çiqa Neynewa ya Rêxistina Bedr’ê û Endamê Konseya vê rêxistinê, Ebû Zeyneb Tayî jî di vî warî da got: “Ev meşa ji bo bibîranîna şehîdan e, şehîdên ku hemî şîyana xwe ji bo azadkirina devrên ku koma terorîst a DAIŞê dagir kiribûn, bi kar anîn.”