Kanûn 24, 2022 19:15 Asia/Tehran
  • Amirî derbara xetera vegera terorîsmê bo Iraqê hişyarî da

Serokê Hevalbendîya Fethê ya Iraqê di nav koma eşîrên parêzgeha Dîyaleyê da pêgirî ser pêwîstîya yekitîyê ji bo sekinîna himberî terorîstan li vî welatî kir.

Serokê Hevalbendîya Fethê ya Iraqê, Hadî Amirî di axavtineke di nav koma hejmareke eşîrên parêzgeha Dîyaleyê da amajeyî girîngatîya yekitîya iraqîyan di tewandina terorîstan da kir û got: Di encama yekitîya gelê Dîyaleyê da, terorîst hatin jinavbirin. Bêyî yekitî û tifaqê, terorîsm wê careka din bizvire.

Amirî pêgirî kir: Êrişên terorîstî yên vê dawîyê li Dîyaleyê, bi merema birêxistina mijar û nakokîyên tayfeyî hatin pêkanîn.

Amieî soz da eşîra Bû Balî ku tola xwîna çend kesên ji wan hatin kuştin, were hilanîn.

Wî herwiha got: Em dê rê nedin ti kes pirsgirêk û nakokîyên tayfeyî bi rê bixe û ji bo sekinîna himberî her cure liv û tevgerekê jî amade ne.

Serepeyv