Kanûn 12, 2022 14:48 Asia/Tehran
  • Alê Sadiq û Şemerê meseleyên sînorî vekolandin

Balyozê Îranê û wezîrê karên navxweyî yê Iraqê li ser meseleyên sînorî navbera du welatan ji wan derbaskirina madeyên hişber û qaçaxa çekan axivîn.

Muhemed Kazim Alê Sadiq balyozê Îranê li Bexdayê di hevdîtina bi Ebdulemîr Şemerî wezîrê navxweyî yê Iraqê da tevî pîrozkirina damezirîna dewleta nû li vî welatî, li ser cihanîna tam a têgihîştinnameyên ewlehyê navbera du welatan ji wan di mijarên kontrolkirina deqîqtir a sînorên hevpar, mijara qaçaxa çekan û radestkirina sûcdaran tekez kir.

Balyozê Îranê li Iraqê her wiha sipasiya gel û dewleta Iraqê ji ber lidarxistina rêûrisma salane ya Erbeyîna Îmam Husên (S) bi awayekî bicoş kir.

Şemerî jî tevî ragihandina amadetiya wezareta navxweyî ya Iraqê ji bo hevkariya bi Îranê ra, bal kişande ser nîgeraniyên têkildarî meseleyên sînorî û meseleya derbaskirina madeyên hişber û qaçaxa çekan wek ewlewiyeteke sînorvanên Iraqê zanî.

Wî tevî tekeziya li ser têkiliya berdewam navbera berpirsên Îran û Iraqê, got: Binesazî li deverên sînorî hatine xurtkirina û amadetiya tam ji bo pêkanîna memûriyetên sînorvaniyê heye.

Îran û Iraqê derdora 1258 kîlometre sînorê bejahî û 351 kîlometre sînorê avî û gelek peywendiyên nijadî, dîrokî, zimanî û babetên hevpar ên dînî hene.

 

Serepeyv