Kanûn 02, 2022 19:00 Asia/Tehran
  • Lêkolîna NY li ser cinayetên koma terorîstî ya DAIŞ'ê hat weşandin

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) qala weşandina belgeyên nû li Iraqê li ser cinayeta dijî mirovahiyê û cinayeta cengê li vî welatî ji hêla koma terorîstî ya DAIŞê va kir.

 NY ragihand: Şehedî û belgeyên ku Iraqê kom kirine, encamên seretayî derbarê cinayeta dijî mirovahiyê û cinayeta cengê dijî civaka xiristiyaniyên vî welatî piştî dagirkirina derdora sê yekê axa Iraqê di sala 2014'an de ji hêla koma terorîstî ya DAIŞ'ê va xurt dikin.

 Ev rapora taxima lêkolînê ya NY bo Konseya Ewlehiyê, cinayetên cihhatî, ji wan neçarkirina xiristiyaniyan bo guhertina cihê jiyanê û azarandin û serkutkirina wan, destdanîna heyîtiyên wan, bikaranîna çekên kîmyewî û mîkrobî, êrişa ser civakên êzidî û sunne, kuştina zindaniyan di Hezîrana 2014'an de li zindaneke nêzîkî Mûsilê û cinayetên li nav û derora Tikrîtê, digire ber xwe. Vê rapora 26 rûpelî daxwaza hilkolandina cinayetên vê koma terorîstî kiriye.

Serepeyv