Balyozê Îranê li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê ra civiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i337857-balyozê_Îranê_li_bexdayê_bi_serokwezîrê_iraqê_ra_civiya
Balyozê Îranê li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê ra civiya û derbarê berfirehkirina peywendiyên dualî pê ra şêwirî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 26, 2022 16:21 Asia/Tehran
  •  Balyozê Îranê li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê ra civiya

Balyozê Îranê li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê ra civiya û derbarê berfirehkirina peywendiyên dualî pê ra şêwirî.

 

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemedkazim Alê Sadiq Balyozê Îranê li Bexdayê roja Şemiyê di hevdîtina bi Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê Iraqê vexwendnameya Seyid Îbrahîm Reyîsî serokê Komara Îslamî ya Îranê ji bo serdana bo Îranê pêşkêşî Sûdanî kir.

Di vê hevdîtinê da her wiha tekezî hat kirin ku şêwirînên rayedarên du welatan di dosyeyên ewlehiyê da bê domandin; bi awayekîku hakimiyeta du welatan were parastin, berjewendiyên du welatên dost bên dabînkirin û ewlehiya navçeyê were xurtkirina.

Balyozê Îranê li Bexdayê di vê hefteyê da gelek hevdîtin digel rayedarên Iraqê yên ewlehî û siyasî li ser mijara têkiliyên navbera Bexda û Tehranê, kontrolkirina sînoran ji aliyê dewleta navendî ya Iraqê û her wiha mijara jiçekkirina dijberan (komên kurd ên dijbera Komara Îslamî ya Îranê li bakûrê Iraqê) pêk anîne.