Pêşxistina peywendîyan karê pêşîn ê hikûmeta nû ya Iraqê di sîyaseta derve da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i337839-pêşxistina_peywendîyan_karê_pêşîn_ê_hikûmeta_nû_ya_iraqê_di_sîyaseta_derve_da
 Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê nû yê Iraqê di serdana yekê ya derveyî welêt da çû Urdin û Kuweytê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 25, 2022 08:10 Asia/Tehran
  • Pêşxistina peywendîyan karê pêşîn ê hikûmeta nû ya Iraqê di sîyaseta derve da

 Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê nû yê Iraqê di serdana yekê ya derveyî welêt da çû Urdin û Kuweytê.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Iranpress’ê, “Cînaretî” yek ji hegerên sereke yên bijartina Urdinê ji hêla Serokwezîrê Iraqê va bo seredanê ye.

Medyayên iraqî herwiha ragihand ku Mihemed Şîya Sûdanî yê di demeke nêzîk da seredana Îran, Tirkîye û Erebistanê jî bike. Ew seredanên ihtimalî jî tu dibê qey nîşan didin ku giranîya sîyaseta derve ya hikûmeta Iraqê ya nû ser pêşxistina peywendîyan û çareserkirina nakokîyên digel cînaran e. ew seredan herwiha nîşan didin ku Iraq bi dû sîyaseteke derve ya hevseng e ku li gorî wê di ti mêhwerekê da dijî mêhwereke din nebe.

Xaleke din jî ew e ku hikûmeta nû ya Iraqê jî hewil dide navbeynkarîya di navbera Îran û Erebistanê da bidomîne.