Plasschaert bi serokomarê Iraqê ra şêwirî
Mijdar 24, 2022 13:10 Asia/Tehran
Nûnera Sekreterê gişt ê NY li Iraqê bi serokomarê vî welatî ra civiya.
Jeanine Hennis-Plasschaert Nûnera Sekreterê gişt ê NY li Iraqê digel Ebdulletîf Reşîd serokomarê vî welatî civiya.
Di vê hevdîtinê da tekezî li ser piştevaniya ji dewletê ji bo cihanîna bernameyên xwe û bersivdana bo ramanên gelê Iraqê yên bilind û baştirkirina rewşa jiyan û xizmetguzariyê hat kirin.
Ebdulletîf Reşîd tevî nirxandina rola NY li ser girîngiya hevkarî û hevahengiya digel rayedarên Iraqê di çareserkirina gelek ji kêşeyan bi taybet kêşeya awareyan bi rêya dabînkirina hemî hewcetiyên wan ên pêwîst ji bo baştirkirina rewşa jiyana wan a dijwar û hewildana ji bo vegeriyana ewleh bo mal û warê xwe û girêdana dosyeya awareyan li vî welatî tekez kir.