Helîkoptereke Artêşa Iraqê li Samerayê kete xwarê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i337809-helîkoptereke_artêşa_iraqê_li_samerayê_kete_xwarê
Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku helîkoptereke leşkerî ya Iraqê li nêzî meydana Celas ya li Samerayê kete xwarê û di encamê de du kes birîndar bûn.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tesrîn 22, 2022 14:29 Asia/Tehran
  • Helîkoptereke Artêşa Iraqê li Samerayê kete xwarê

Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku helîkoptereke leşkerî ya Iraqê li nêzî meydana Celas ya li Samerayê kete xwarê û di encamê de du kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Rojnews'ê, Wezareta Parastinê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro helîkoptereke leşkerî ya vî welatî, li Samerayê ketiye xwarê û di encam de efser û polîsek birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de tê gotin; “Helîkopter ji ber xirabûna motorê ketiye xwarê, birîndar rakirina nexweşxaneya Samerayê.”