Sûdanî û Malikî li ser girîngiya piştevaniya ji dewletê tekez kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i337777-sûdanî_û_malikî_li_ser_girîngiya_piştevaniya_ji_dewletê_tekez_kir
Serokwezîrê Iraqê û Nûrî Malikî serokwezîrê vî welatî yê berê li girîngiya piştevaniya ji dewletê ji bo cihanîna bernameya wezaretê tekez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 21, 2022 06:28 Asia/Tehran
  • Sûdanî û Malikî li ser girîngiya piştevaniya ji dewletê tekez kir

Serokwezîrê Iraqê û Nûrî Malikî serokwezîrê vî welatî yê berê li girîngiya piştevaniya ji dewletê ji bo cihanîna bernameya wezaretê tekez kir.

Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê Iraqê roja Yekşemiyê mazûvanê Nûrî Malikî serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê û serokwezîrê Iraqê yê berê bû.

Di vê hevdîtinê da, wan derbarê rewşa gişt li welêt ji hêlên siyasî, ewlehî û aborî va axivîn.

Di vê civînê da du aliyan li ser girîngiya piştevaniya ji dewletê ji bo cihanîna bernameya Wezaretê û lêgerîna li rêbazên nû ji bo baştirkirina xebata dewletê û geşatiya siyasetên dewletê di warê têkoşîna dijî gendeliyê û çalakkirina handêrên aborî tekez kir.