Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser pêwîstiya vegerandina heyîtiyên talankirî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i337545-serokwezîrê_iraqê_tekezî_li_ser_pêwîstiya_vegerandina_heyîtiyên_talankirî_kir
Serokwezîrê Iraqê tekez kir: Heta wê demê ku vegerandina heyîtiyan û parastina heyîtiyên gelê vî welatî pêk neyê, dê hewildana ji bo têkoşîna gendeliyê bawerî pê tunebe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 07, 2022 14:07 Asia/Tehran
  •  Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser pêwîstiya vegerandina heyîtiyên talankirî kir

Serokwezîrê Iraqê tekez kir: Heta wê demê ku vegerandina heyîtiyan û parastina heyîtiyên gelê vî welatî pêk neyê, dê hewildana ji bo têkoşîna gendeliyê bawerî pê tunebe.

Muhemed Şiya Sûdanî serokwezîrê Iraqê digel Cewad Bûlanî serokê Komîsiyona Ewlehî û Berevaniyê ya Meclîsa Iraqê û hejmareke endamên vê komîsiyonê civiya.

Di vê civînê da rewşa ewlehî li Iraqê û di serî da mijara awareyan û xebata fermandarên ewlehiyê yên Iraqê hat vekolandin.

Serokwezîrê Iraqê di vê civînê da li ser girîngiya bicihbûna dubare ya hêzên ewlehiyê li bajaran, serdestiya qanûnê û pêwîstiya dûrkirina saziyên ewlehiyê ji sermayeguzariya siyasî û partiyan tekez kir.,

Di warê têkoşîna dijî gendeliyê da, Sûdanî tekez kir, divê pereyên talankirî bên vegerandin û heta wê demê ku vegerandina heyîtiyan û parastina wan ji bo welatiyên iraqî neyê selimandin, hewildana ji bo têkoşîna dijî gendeliyê dê bawerî pê tunebe.