Mijdar 02, 2022 17:42 Asia/Tehran
  • Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê daxwaza derxistina welatiyên biyanî ji kampa Holê kir

Şêwirmendê ewlekariya niştimanî ya Iraqê ragihand ku bidawîkirina doza kampa Holê "gaveke bingehîn e ji bo jinavbirina çavkaniya terorîzma mirovî".

Li gor nûçeya roja Çarşemê ya Sputnikê; Rawêjkarê Asayîşa Niştîmanî ya Iraqê Qasim El-Erecî li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsî: "Em biryara hikûmeta Holendayê ya vegerandina 28 zarok û 9 jinan ji kampa Holê li Sûriyê pir bilind dinirxînin."

Qasim Erecî daxwaz ji welatên din kir ku welatiyên xwe ji vê kampê derbêxin da ku navenda belavkirina kîn, tundrewî, nefret û cinayetan ji nav here.

Şêwirmendê asayîşa niştimanî ya Iraqê her wiha bal kişand ser vê yekê ku bidawîkirina dosya kampa Holê pêngaveke bingehîn e ji bo zuhakirina çavkaniya terora mirovî da ku aştî di navbera gel û welatan de serdest bibe.

Weke tê zanîn Kampa Holê dikeve başûrê rojhilatê bajarê Hesekê yê Sûriyê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê de ye û zêdetirî 70 hezar koçber ku ji 60 welatên cîhanê çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne, tê de ne. Nêzîkî 30 hezar ji wan Iraqî ne.

Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî bi caran derbarê rewşa karesatbar a kampa Holê de hişyarî dane.

Serepeyv