Cotmeh 31, 2022 16:10 Asia/Tehran
  •  Serçeteyekî DAIŞê yê mezin li Kerkûka Iraqê hat girtin

Berdevkê Fermandetiya gişt a Hêzên çekdar ên Iraqê qala girtina serçeteyekî DAIŞê yê mezin li parêzgeha Kerkûkê kir.

Yehya Resûl, Berdevkê Fermandetiya gişt a Hêzên çekdar ên Iraqê got: Serçeteyekî DAIŞê yê mezin bi navê "Ebû Hemze El-Metwîtî" li Kerkûkê hatiye girtin.

Wî her wiha got: Li ser fermana Fermandetiya gişt a Hêzên çekdar ên Iraqê , hêzên têkoşîna dijî terorîsmê bi operasiyoneke taybet ev terorîst girt.

Berdevkê Fermandetiya gişt a Hêzên çekdar ên Iraqê ragihand: Ev terorîstê girtî berpirsê ewlehiyê li Kerkûkê û pêştir jî fermandarê gordana êrîşan li Neynewayê û di Leşkera El-Furqanê da bûye.

Ji aliyê din va, Heşda Şeibî jî bi daxuyaniyekê ragihand, hêzên Tîpa 41ê ya vê rêxistinê  plana terorîstî ji bo êrîşa ser navçeya Yesribê li parêzgeha Selahedînê pûç kiriye.
 

Serepeyv