Operasyona Heşda Şeibî li dijî paşmahiyên DAIŞê li bakurê Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i337351-operasyona_heşda_Şeibî_li_dijî_paşmahiyên_daiŞê_li_bakurê_bexdayê
Rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê derbarê destpêkirina operasyona li bakurê Bexdayê li dijî paşmahiyên terorîstên tekfîrî yên DAIŞê agahî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 29, 2022 18:03 Asia/Tehran
  • Operasyona Heşda Şeibî li dijî paşmahiyên DAIŞê li bakurê Bexdayê

Rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê derbarê destpêkirina operasyona li bakurê Bexdayê li dijî paşmahiyên terorîstên tekfîrî yên DAIŞê agahî dan.

Li gorî nûçeya Bexda El-Yewmê, rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê îro bi daxuyaniyekê ragihand: Hêzên lîwaya 12 a Heşda Şeibî li El-Tarimiye li bakurê Bexdayê paytexta Iraqê dest bi operasyona ewlehiyê kirin.

Rêxistina Heşda Şeibî di vê daxûyaniyê da got: Ev operasiyon bi armanca dîtina endamên DAIŞê li vê deverê, lêgerînên berfireh li deverên Tel Tase, Tair El-Ewwel û Tair El Sanî pêk aniye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku El-Tarimiye li bakurê Bexdayê yek ji wan deveran e ku bermahiyên DAIŞê dem bi dem li wir liv û tevgerê dikin.