Mistefa Kazimî bertek nîşanî wendabûna 2.5 miliyar dolarî li dewleta xwe da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i337110-mistefa_kazimî_bertek_nîşanî_wendabûna_2.5_miliyar_dolarî_li_dewleta_xwe_da
Serokwezîrê karrêkxer ê Iraqê wek berteka li hemberî aşkirabûna diziya 3.7 trîliyon dînarî (2.5 miliyar dolar) ji rêxistina bac û sermalê, got: Belgeyên heyî bo rêxistina dadweriyê hatine radestkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 17, 2022 12:25 Asia/Tehran
  • Mistefa Kazimî bertek nîşanî wendabûna 2.5 miliyar dolarî li dewleta xwe da

Serokwezîrê karrêkxer ê Iraqê wek berteka li hemberî aşkirabûna diziya 3.7 trîliyon dînarî (2.5 miliyar dolar) ji rêxistina bac û sermalê, got: Belgeyên heyî bo rêxistina dadweriyê hatine radestkirin.

Mistefa Kazimî Serokwezîrê karrêkxer ê Iraqê li ser twittera xwe tevî amajeya bi nûçeyên derbarê diziya 3.7 trîliyon dînarî (2.5 miliyar dolarî) bertek nîşan da û hewil da ku dewleta xwe ji vê yekê bêguneh bike.

Kazimî ev mijar li dewleta beriya xwe vegerand û nivîsî: Dewleta min piştî keşfkirina hin nîşaneyan ku qala gendeliyeke mezin dikir, bilez lêkolîn û kiryarên qanûnî yên pêwîst dest pê kirin ş hemî belge û heger radestî saziya dadweriyê kirin.

Macid Şengalî nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li parlimana vî welatî ji rayedarên dadweriyê yên Iraqê xwestiye ku ji bo vekolandina tawanên tawanbarên vê diziyê, biryara qedexetiyê ji bo El-Kazimî,

wezîrê karûbarên darayiyê yên raborî û rêveberên din ên vê wezaretxaneyê bide.